Îran: Em parêzvanên Tengava Hurmuzê ne
Tehranê ragihand ku di pêvajoya agirbestê de trafîka keştiyan dê di bin kordînasyona wan de berdewam bike.
Tehranê ragihand ku di pêvajoya agirbestê de trafîka keştiyan dê di bin kordînasyona wan de berdewam bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, têkildarî Tengava Hurmuzê daxuyaniyek da û diyar kir ku Îran berpirsê ewlehiya tengavê ye û got: Îran, parêzvanê Tengava Hurmuzê ye.
Bekayî da zanîn ku agirbesta li Libnanê dispêre peymana ku di 8ê Avrêlê de hatiye kirin û destnîşan kir ku di mijara pêkanîna berpirsiyariyên Îranê yên di vê çarçoveyê de lihevhatin çêbûye. Bekayî diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê çûn û hatina azad a keştiyên bazirganiyê di bin kordînasyona Îranê de pêk were û trafîka keştiyan dê bi kordînasyona rayedarên Îranê û li ser xeta diyarkirî berdewam bike.
Bekayî bal kişand ser wê yekê ku dorpêça deryayî ya DYAyê wekî binpêkirina agirbestê tê nirxandin û got ku Îran ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî dê ji avêtina gavên pêwîst paşve neyê.
Li aliyê din, Pasdarên Şoreşê yên Îranê jî parastin ku tengav bi şert ji nû ve hatiye vekirin û ev yek beşek ji pêvajoya agirbesta li Libnanê ye. Fermandariya Hêzên Deryayî ya Pasdarên Şoreşê ragihand ku tenê destûr tê dayîn ku keştiyên sivîl rêya deryayî ya ku ji aliyê Îranê ve hatî diyarkirin bikar bînin, lê ketina keştiyên leşkerî bo Tengava Hurmuzê qedexe ye.
Li gorî agahiyên ku di ajansa nûçeyan a Tasnimê de cih girtine, hat diyarkirin ku çûn û hatin bi destûra hêzên deryayî yên Îranê pêkan e û ev rêzikname di çarçoveya peymana agirbestê de tê sepandin.
Beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku piştî ragihandina agirbestê li Lubnanê, derbasbûna keştiyên bazirganiyê di tengavê de bi awayekî demkî bi tevahî hatiye azadkirin.
Di daxuyaniyan de derbarê wê yekê ku tengav dê heta kengî vekirî bimîne bernameyeke zelal nehat dayîn; hat diyarkirin ku ne diyar e ka ev yek bi dema agirbesta 10 rojî ya li Libnanê ve girêdayî ye yan bi pêvajoya agirbestê ya cuda ya di navbera Îran û DYA’yê de ye.